Li Tirkiyê Binpêkirina mafên girtiyan gihiştiye asteke bilind

Li Tirkiyê hejmara girtiyên sîyasî her ku diçe zêde dibe. Ligel vê yekê rewşa wan gelekî nebaş e û di warî tenduristiyê de ji gelek pirsgirêkan rûbirû ne. Malbatên girtiyan li hemberî vê yekê nerazî ne û dixwazin demildest rewşa girtiya were duristkirin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê hejmara girtiyên sîyasî her ku diçe zêde dibe. Ligel vê yekê rewşa wan gelekî nebaş e û di warî tenduristiyê de ji gelek pirsgirêkan rûbirû ne. Malbatên girtiyan li hemberî vê yekê nerazî ne û dixwazin demildest rewşa girtiya were duristkirin.

Li gorÎ raporta Wezareta Dadê ya Tirkiyê hemû girtîgeh tije bûne û pêdivî bi çêkirina girtigehên nû heye. Ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku heta 2017an 165 girtîgehên nû bên avakirin. Lê belê malbat û parêzerên girtiyan balê dikişînin li ser rewşa nebaş ya di girtîgehan û girtiyên nexweş yên siyasî û dibêjin hewceye pêşî rewşa girtiyan were duristkirin.

Nunerê Tuhad Feda şaxa Enqerê Daîmî Goren destnîşan kir ku, rewşa girtiyên siyasî nebaşe û ew rastî îşkenceyên giran tên û ji K24ê re axivî û got: “Îro li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan gihiştiye asta herî jor. Daixwazên girtiyên siyasî nayên bicihkirin. Ji gelek girtigehên li Bakurê Kurdistanê girtî tên surgun kirin. ji ber wê yekê girtiyên siyasî bi rojan greva birçîbûnê dikin. Bi mehan tên tecritkirin.”

Parêzer Kenan Maçoglu jî amaje bi wê yekê dike ku ji ber 5 girtî yên li girtigeha Diyarbekirê reviyan e hemû mafên girtiyên siyasî û hiquqî yên girtiyên din hatine sînorkirin. Herwiha Maçoglu got: “Piştî  ku prosesa şer zêde bu  girtiyên  siyasî têne sirgunkirin. Bi taybetî jî girtî bo bajarên behra reş têne sirgunkirin ku malbat neçin seredana wan û dozên wan neyên şopandin. Mafên wan yên telefon vekirinê ji destê wan hatiye derxistin û nameyên wan nayê dayîn.”

Niha di girtîgehên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 8 hezar 211 kes ji ber dozên endametiya PKK’ê û KCK girtî ne. Li gorî raporta Komeleya Mafê Mirovan ÎHDê jî niha di girtigehan de bi hezaran girtiyê nexweş hene ku nexweşiya 387ê wan gelekî girane. Her wiha ji wan 114 jî bi nexweşiya pençeşêrê ketine.