Elewî komkujiya Qoçgirî bibîrtînin
Di komara Tirkiyê de ji bilî komkujiya Qoçgirî, li dijî Elewîyan gelek komkujî hatine kirin, wekî Dêrsim, Mereş, Meletî, Çorum,Sêwaz hinek ji van deverane ku, li hemberî Elewî û Kurdan komkujiya hatiye kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Di 6 Adara sala1921an de komkujiya herema Qoçgirî ya bajarokê Sêwaze yekemîn komkujî ye di komara Tirkiyê de ye,di wê heyamê de.
Piraniya serjimêra herêma Qoçgirî, ji kurdên Elewî pêkdihatin ,di komkujiyê de gelek rûspiyên eşiretên Qogirî hatin kuştin û kesên ji komkujiyê reviyan jî xwe li çiyayan girtibûn û malbatên wan sirgunî Sêwazê hatibûn kirin.
Her wiha Komelaya Elewiyên Demokratîk a Enqerê bi boneya bîranîna vê komkujiyê panelek saz kir, di panelê de, Nivîskar û lekolîner Yusif Zerî derbarê komkujiya Qoçgirî û dîroka Qoçgirî de axaftinek kir û ji Ku24ê wiha got:"Ji komkujiya Qoçgirî heya îro bê çawa li erdnîgariya kurdistanê gûherîn çêbûbûn li herema Qoçgirî jî yek dikare bibêje heman gûherîn çêbûne. Polîtikayên dewletê yên wî wextî yên li dijî kurdan çawa be îro dîsa polîtikayên heman e û di wan de ji peşketinê zêdetir paşve çûnhene,bitemamî li dijî kurdan,polîtîkaya yek netewe, yek zimane, yek nijadhati bûme şandin û ewhe jî berdewam dike."
Li aliyê din, welatiyên di panelê de beşdar bûn jî diyar kirin ku, bi navê mezheban, kurd ji her hatin dabeş kirin û bi navê Elewîti, şafîtî, sûnnitî li ber wê yekê hatiye vekirin ku mirovên me bibin dijminên hev.
Welatiyekî beşdar di panêlê de ji K24ê re wiha axifî:"Heyam heyam mirovên me hatin kuştin, Her çiqas bibe ji ne birayên mene, em wan nas dikin ,komkujiya Sêwazê, komkujiya Çorumê, komkujiya Stênbolê hemû komkujiya Elewiyên kurmancin. komkujiya li ser gelê kurdistanê hatiye kirin, li ser Elewiyên kurdjî bi heman awayî komkujiya hatine kirin."
Di komara Tirkiyê de ji bilî komkujiya Qoçgirî, li dijî Elewîyan gelek komkujî hatine kirin, wekî Dêrsim, Mereş, Meletî, Çorum,Sêwaz hinek ji van deverane ku, li hemberî Elewî û Kurdan komkujiya hatiye kirin. Di encama her qetliyamê de, êşên mezin hatine jiyîn û ji loma bandora wan hêj berdewam e.