Li Nisêbînê polîsek canê xwe jidest da û 6 birêndar bûn
Derketina kolanan ya ku ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve li bajarokê Nisêbînê tê cibîcîkirin kete roja xwe ya 8.

K24 – Navenda Nûçeyan
Derketina kolanan ya ku ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve li bajarokê Nisêbînê tê cibîcîkirin kete roja xwe ya 8.
Şerê li bajarokê Nisêbîn a ser bajarê Mêrdînê ve ye, her diçe dijwar dibe. Hezên Artêşa Tirkiyê û hezên ewlekariyê ji bo ku barîkat û xendekên li herêma Firat û Dîcleyê rakin taxan topbarandikin.
Li aliyê din, li taxa Dîcleyê di serdema derbasbûna wesayîta tîmên taybet de bombe teqiya. Di encama vê teqînê de tîmekî taybet yê bi navê Cebraîl Aksoz canê xwe ji dest da û 6 tîmên taybet jî birîndarbûn. Ji bo dermankirina tîmên taybet yên ku di teqînê de birîndar bûn bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin şandin.