Li Şirnexê efserekî Artêşa Tirk hate kuştin
Li Şirnexê di pevçûna navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlehiya Tirkiyê de, efserekî Artêşa Tirk hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şirnexê di pevçûna navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlehiya Tirkiyê de, efserekî Artêşa Tirk hate kuştin.
Li Şirnexê, ji sibêhê ve şer û pevçûnên dijwar li taxa Yeşîlyûrtê rû didin. Hat ragehandin, efserekî Tirk, di pevçûnan debi guleyê tifinga nîşangir canê xwe ji dest da.
Şeva 14'ê Adarê Li tevahiya taxên Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Her wiha bi beşdarbûna dehezaran leşker û polîsan tevî tank û alavên giran operasyon hat destpêkirin.
Dengê çekên giran û dûmanên reş ji Şirnexê bilind dibe. Derbarê bûyeran de agahiyên rast nayên bidest xistin.