Bi egera tundûtîjyê li Silêmanîyê ahenega duhî hat têkdan.

Biryar bû dûhî 20ê/Adarê/2016 bi hilkefta cejna Newrozê, bi pişikdarîya hunermendên millî, Şêrwan Ebdûllah, Goran Înzîbat û Awat Bokanî, ahengek li parka Çavîlan bihê encamdan, lê bi egera girjî û alozîyan aheng nehat encamdan.

K24-Silêmanî:

Biryar bû dûhî 20ê/Adarê/2016 bi hilkefta cejna Newrozê, bi pişikdarîya hunermendên millî, Şêrwan Ebdûllah, Goran Înzîbat û Awat Bokanî, ahengek li parka Çavîlan bihê encamdan, lê bi egera girjî û alozîyan aheng nehat encamdan.

Lenya Ebdûla, kiçka bêjer û pêşkeşkara ahengê, bi egera tundutîjîyê, saxlemîya wê têkçû û gehandin nexweşxaneyê, lê niha rewşa saxlemîya wê başe.

Dihê gotin ku hinek ji amadevanan bi merema wênegirtinê li gel wan hunermendan, vîyane biçin nav wê nivîsîngeha ku her sê hunermend têde bûne.

Dûv re girjî û alozî di nava xelkê de peyda bû, wek di girteyên vîdyoyî xuya dibe, nivîsînegh dihê ber barankirin û hijmareka kesên nava nivîsîngehê birîndar dibin. Li gor zanyarîyên saxlemîya Silêmanîyê, bi egera evê girjîyê 11 kes birîndar bûne.

Di girteya din ya vîdyoyî de, xortek bi kêrkê hewil dide derî bişkîne û biçe jûr.

 Jêderek ji polîsên Suleymanîçyê ragehand, di xelkê amadebûyî di ahengê de hîç fîşekek nehatîye peqandin tenê dengên yarîyên agrîn hatîye bihîstin.

Aram Seîd, rêvebrê parka Çavîland ragehand, bi egera van tundûtîjîyan zîyaneka maddîya mezin gehiştîye parkê û sê otombîl hatine şewitandin û wek di wêneyan derdikeve, yek jê SNG bo veguhaztina rasteraste.

Ji alîyek dî, Bextîya Ebdûlrehman Qaymeqamê Silêmanîyê di daxuyannamekê de, dibêje, hêzên asayîşê û polîsên Silêmanîyê ew tundûtîjîyên Çavîçland kontirol krin.

Ev di demekê deye duhî êvarê li hemû bajar û bajarokên din yên Herêma Kurdistan, ahengea Newrozê û sere sala Kurdî û agirhilkirina wê bi aramî bi rêveçû, aheng û bizavên heme cor hatin encamdan.