PDK: Çaresrîya rastekî bi rêya danûstandinan dibe.

Mekteba Sîyasîya Partîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê bi hilkevta Cejna Newrozê, peyamek belav kir û ragehand: çaresrîya rastekî bi rêya danûstandinan dibe, dê kar bikin daku danûstandin di navbera hemû alîyan de bi awyek rijt, bi armanca çaresrîya arîşeyan dest pê bike.

K24- Hewlêr:

Mekteba Sîyasîya Partîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê bi hilkevta Cejna Newrozê, peyamek belav kir û ragehand: çaresrîya rastekî bi rêya danûstandinan dibe, dê kar bikin daku danûstandin di navbera hemû alîyan de bi awyek rijt, bi armanca çaresrîya arîşeyan dest pê bike.

Di ragehandinekê de Mekteba Sîyasî PDKyê ragehand: çaresrîya rastekî û tukme her bi rêya danûstandinan ve dibe, niha dema wê yekê ye, hemû alîyên Kurdistanê  ewê wîst û vîyanê bi temamî nîşan bidin û bi hev re danîşîn bo çaresrkirina arîşeyên hindûrî û rast vekirina hemû kîmasîyan û karakirina perlemanê li ser binemayeka nû û pêkvehînana hikumeta herêmê bi awayek ku bibe cihê diltanhî û akincîyê bo hemû gelê Kurdistanê.

Li ser arîşeyên hilawîstî di navebra Hewlêrê û Bexdayê de, di ragehandinê de hatîye: Me bawerî bi danûstandinan heye li gel Bexdayê, daku li ser şêazeka dî ya rêvebirinê, hukim û pewendîyan bigehîn rêkkevtinê.

Şeweyek ku bibe şengisteyeka hesûyînîyeka baş û aram ku berjewendîyên me yên hevpişik têde bihê paraztin û derî li ser harîkarîya vekin,  ji bona aştîyê pêşkevtinê.

Mekteba Sîyasî PDKyê, amaje bow ê yekê kir: Danûstandinên di navbera Partîya(PDK) yê û YNKyê di vê bwarê de cihê ûmêdêne û dê kar jî bikin ku danûstandin di navbera hemû alîyan de bi awayek rijt, bi armanca çareserîya arîşeyan, careka dî dest pê bike.

Mekteba Sîyasî PDKyê di wê ragehandinê de dibêje:  Azayî û qurbanîyên Pêşmerge û Hêzên Kurdistanê û Piştîvanî û harîkarîya dostan û Hevpeymanan, li berîya her hemûyan jî Emerîka, rê ji pêşrewîya evê metirsîyê hat girtin û ne tenê Kurdistan belku dever û cîhan jî hatin paraztin.