Çaksazî li Îraqê bi dewet û kombûnan nabe.

Despêşxerîya serok Komarê Îraqê bo encmadana çaksazîya rastekî karvedanên cûda hebûn û hinek ji şirovkarên sîyasî weha dibînin encamdana çaksazîyê bi kombûn û dewetkirinê nahê encamdan, belkû bi biryar dibe û herweha dibêjin, pêdivîye demekê bo encamdana çaksazîyê bihê danan.

K24- Hewlêr:

Despêşxerîya serok Komarê Îraqê bo encmadana çaksazîya rastekî karvedanên cûda hebûn û hinek ji şirovkarên sîyasî weha dibînin encamdana çaksazîyê bi kombûn û dewetkirinê nahê encamdan, belkû bi biryar dibe û herweha dibêjin, pêdivîye demekê bo encamdana çaksazîyê bihê danan.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Îbrahîm Seracî, şirovekarê sîyasî ragehand: Evro alîyên sîyasî di pêşîya berpirsîyarîyeka mezin de ne. Divê çareserîyekê bo mangirtîyan û xwepîşanderan hebe û demek jî bo encamdana daxwazîyên hebe.

Her li ser tengijeya sîyasî Îraqê, Haşim Hebûbî, şirovekarê sîyasî bi Kurdistan24 ragehand: aştvebûna nîştîmanî bi kombûn û dewetkirina nabe, belkû aştewayîya nîştîmanîya serokê hikumetê û bepirsên yasadanê, bi biryardan dibe,  divê cûdakarî nemîne û xelk pişikdar bibe li birayaran.

Heya dihê pêlên xwepîşanderan li Bexdayê dij bi tengijeya sîyasî û abûrî berfirehtir dibe û kuteleyên sîyasî  di hewlên berdewam de ne bo çareserkirina rewşê.

Roja 19yê evê mehê, her sê serokatîyên Îraqê kombûneka hişkav li gel part û komele û firaksyûnên perlemanê encamda û serok komarê Îraqê, Fûad Mesûm, ew alî gazî ewê kombûnê kiribûn.

Li gor daxyannameya serokatîya komarê, di vê kombûnê de, komîteyeka berfireh ji nwênerên part û alîyên sîyasî û kutleyên sîyasî pêkahatîye daku dûvçûnê bo pêngavên  encamdana piroseya çaksdazîyê li Îraqê bikin. herwehahewl jî bide dakû ciovata biolinda ji navbirina gendelîyê dest  bi karên xwe bike.

Ewê komîteyê hatîye raspartin peywendî bio serkirdatîya xwepîşandinên Bexdayê ve bike û daxwzîyên biwergire û bixin da nav karnameya çaksazîya hikumetê.