Ji destpêka agirbesta li Sûriyê 500 kes hatine kuştin
Agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de destpê kir û heta nihajî berdewam e.
K24-Navenda Nûçyan
Ji destpêka agirbesta li Sûriyê heta niha 500 kes li wî welatî hatine kuştin.
Derbarê vê rêjeyê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha gotibû: "li Sûriyê ji destpêka agirbestê ku di 27ê meha borî de heta niha taybet li navçeyên ku, agirbestê li xwe digere 530 kes hatine kuştin."
Rewangehê da zanîn ku, li wan navçeyên ku agirbestê li xwe nagre navçeyên DAIŞ û Cebhet El-nûsrayê jî 1200 kes hatine kuştin.
Agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de destpê kir û heta nihajî berdewam e.