De Mistura:Qonaxa veguhêz heta niha nehatiye gotûbêjkirin
Rejîma Sûriyê her gotûbêjekî derbarê çarenivîsa Beşar Esed Serokê wî welatî red dike, û opizisiyon jî li ser çûna Esed di qonaxa veguhestinê de rijde de, De Mstura jî hêviyan bi hevdîtina lavrov û Kerry girê dide.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnerê Navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura hêvî dike ku, hevdîtina herdû Wezîrên Derve yên Rûsyê u Emerîkayê alîkar be ji bo berdewam bûna danustandinên aştiyê, ku heta niha doza sereke ne hatiya gotobêjkirin ew jî qunaxa veguhestinê ye.
Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê-Staffan De Mstûra di kongreyekî rojnamevanî de wiha got:"Em hêvî dikinku, gotobêjên Moskoyê erînî bin, bi rastî di yek rojî de her tişt nayê çareser kirin, lê em hêvî dikin erînî bin û di rêyeke rast de bin, da danûstandinên derbarê qunaxa veguhestinê bi awayekî berfireh destpê bikin."
Opizisiyona Sûriyê ji aliyê xwe ve dibêje piştî du heftî ji danustandinan ti xaleke hevbeş di navbera wan û rejîmê de nîne, herwiha rejîm bi binpêkirna yasayên navdewletî tomet barkir.
Derbarê vê mijarê Serokê Şanda Opozîsyona Sûriyê Ased El-Zûby wiha got:"ti xaleke hevbeş di nabera belgeya me û ya rejîmê de nîne, em behsa rewatiyeke navdeletî dikin, û karê rijîmê dûre ji rewatiyê û tevahiya biryarên navdewletî binpêdike."
Rejîma Sûriyê her gotûbêjekî derbarê çarenivîsa Beşar Esed Serokê wî welatî red dike, û opizisiyon jî li ser çûna Esed di qonaxa veguhestinê de rijde de, De Mstura jî hêviyan bi hevdîtina lavrov û Kerry girê dide.