ENKS teqînên Belcîkayê şermezar kir

Duh, sê teqînên bi hêz paytexta Belcîkayê hejand, di encam de 34 kesan cane xwe ji dest dan û bi sedan birîndarbûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) teqînên ku duh, li Pirokselê paytexta Belcîkayê çêbûbûn bi tûndî şermezar kir.

Derbarê vê mijarê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir tê d,e wiha gotibû: "Pîwîste rê li pêşiya kiryarên terorî were girtin, em weke ENKS van kiryaran bi tûndî şermezar dikin."

Di daxuyaniya ENKSê de jî wiha hatibû gotin: "ENKSê hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyan, gelê Belcîkayê û Hikûmeta wî welatî nîşandide."

Duh, sê teqînên bi hêz paytexta Belcîkayê hejand, di encam de 34 kesan cane xwe ji dest dan û bi sedan birîndarbûn.