62 welat daxwaza berdana akademîsyonan ji Tirkiyê dikin

Her wiha bang li civata navneteweyî tê kirin ku, zext li Tirkiyê bikin daku. fişara ser akademîsyenan rake, rêz li azadiya aşkerakirina ramanê bigre

K24-Navenda Nûçeyan

Ji 62 welatan 1406 akademîsyenan bang li hikûmeta Tirkiyê kirin ku, fişara ser akademîsyenan bi dawî were û yên hatine girtin jî serbeset bên berdan.

Fîlozof û Zimanzanê navdar Noam Chomsky jî di nav de, hezar û çarsedê zêdetir akademîsyenan bi nameyekê ji hikûmeta Tirkiyê xwestin fişara ser mamosteyên zanîngehan were rakirin.

Di nameyê de tê destnîşankirin ku, li Tirkiyê hemberî mamosteyan "Nêçîra pîresêran" hatiye destpêkirin û hikûmet û Serokomar Erdogan, aliyên dijber bi rêyên neyasayî girtine bin fişaran.

Her wiha bang li civata navneteweyî tê kirin ku, zext li Tirkiyê bikin daku. fişara ser akademîsyenan rake, rêz li azadiya aşkerakirina ramanê bigre.

Ji hikûmeta Tirkiyê tê xwestin, akademîsyenên hatine girtin gavek zûtir serbest bên berdan û yên ji kar hatine dûrxistin jî vegerin erkên xwe.