Mistefa El-Kurdî: Civata Nevdewletî û Amerîka piştgiriya refrandomê dikin

Duh, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî ji malpera Al-Monitor re aşkere kir bû ku, ew dê berî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê refrandomê rabgehîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a84dc8cb-c045-4d59-8885-9edfe30e7362/shrowa%20kar.ism/manifest

K24-Hewlêr

Şirovekarê Siyasî Mistefa Şamî El-Kurdî ragehand ku, berî deh salan başurê Kurdistanê xwe ji serxwebûnê re amade dike, da zanîn ku, Civata Nevdewletî di nav de jî Amerîka wê piştgiriya refrandomê bike.

 Derbarê vê babetê de, Şirovekarê Siyasî  Mistefa Şamî El-Kurdî beşdarî Êvarname ya K24ê bû, tê de wiha got: "Niha dema refrandomê hatiye, ji ber ku, berî deh salan amadekarî jêre têne kirin, herwiha aliyên navdwletî jî wê piştgiriya wê bikin di nav de jî Amerîka."

El-Kurdî da zanîn ku, eger partiya Cimhorî di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi ser ket, ew dê piştgriya refrandomê bikin, lê eger Demokratî bi ser ketin wê demê refrandom hatiye ragehandin.

Duh, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî ji malpera Al-Monitor re aşkere kir bû ku, ew dê berî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê refrandomê rabgehîne.