Artêşa Sûriyê derbasî bajarê Tedmûrê bû

Bajarê Tedmûrê bajarekî dîrokî ye, di tebaxa 2015an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû kontirol kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Şerûpevçûn dinavbera Artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê li bajarê Tedmûrê berdewame, di encamde Artêşa Sûriyê karîn derbasî wî bajarî bibin.

Derbarê derbasbûna Artêşa Sûriyê li nav bajarê Tedmûrê ajansa fermî ya ser bi rejîma Sûriyê ve SANA ragehand ku, Hêzên Berevaniya Niştimanî karîn komên çekdarên DAIŞê li Hotêla Dîdeman Tedmûr û Dewara Çandiniyê li dergehê başur rojavayê bajêr jinav bibin.

Ev bihtir ji heftiyekê ye, Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê proseya kontirolkirina bajarê Tedmûr yê dîrokî ji çekdarên DAIŞê destpê kirbûn.

Bajarê Tedmûrê bajarekî dîrokî ye, di tebaxa 2015an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû kontirol kirin.