“Armanca Serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê ye”
Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê, xwendina curbecur bo hevpeyvîn Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya ligel malpera “Monitor” de belav bûye, bi taybet li ser pirsa serokatî û serxwebûnê, rexne kir.

K24 – Hewlêr
Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê, xwendina curbecur bo hevpeyvîn Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya ligel malpera “Monitor” de belav bûye, bi taybet li ser pirsa serokatî û serxwebûnê, rexne kir.
Di deqê daxuyaniya Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye ku: Piştî belavbûna hevdîtina birêz Serokê Herêma Kurdistanê ligel malpera “Monitor”, hejmarek medyaya navxweyî derbarê û piştevaniya serxwebûn û mafê gelê Kurd ya çarenûsî, bo meramên siyasî yên taybet, bi awayên curbecur xwendin.
Herwiha di daxuyaniyê de de hatiye jî, ku deqê Îngilîzî ya hevdîtinê di malpera “Monitor” de heye, ku axaftin û hizra Serk Barzanî aşkere ye û pêwîstî bi şîrovekirinê nîne. Armanca Serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê ye.
Derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, helwesta Serok Barzanî zelal e û naye guhartin, herwek di peyama sersala 2016an de û civîna ligel partiyê siyasî di 26 Çileya 2016an de ku derbarê yekalîkirina pirsa Serokatiyê sê bijarde pêşniyar kiribû.
Yan biryarê bo hilbijartina Serok bidin, li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê YA 2005an, ku Serok Barzanî ragihand bi ti awayî xwe berbijêr nake. Ya partiyên siyasî bi sazanê serokekî bo herêmê destnîşan bikin heta sala 2017an. Yan ji ber rewşa siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê, biryara mana vê rewşê bidin, heta hilbijartinên bê.
Di daxuyaniyê de hat jî, ev babet bo hemû aliyên siyasî zelal û aşkere ye, divê serxwebûna Kurdistanê armanca hemû aliyan be jî, nabe bi çi awayekî jî, bo meremên siyasî yên taybet bê şîrovekirin. Serok Barzanî hemû temenê xwe bo xebata gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê terxan kiriye.