Belgenameya De Mistura bo çareseriya krîza Sûriyê

Reşenivîsa belgenameya De Mistura ya ku wê digel herdu şandên Sûriyê, di gere bê de gotobêj bike aşkere bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Reşenivîsa belgenameya De Mistura ya ku wê digel herdu şandên Sûriyê,  di gere bê de gotobêj bike aşkere bû.

Nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura xalên wê belgenameyêkê bo çareserkirina krîza Sûriyê, dariştiye. Tê çaverêkirin ku hikûmeta Sûriyê û opozîsyona wî welatî di danûstandinên aştiyê de li Cenêvê li ser erê bikin.

Tevî ku danûstandin di navbera şanda hikûmetê û opozîsyonê de ne rasterast bû û ti encamên balkêş nedan, lê De Mistura ragihand ku, hin xalên hevbeş hene.

Xalê di belgenameyê de hatine ev in:

  • Çakirina desgehên welêt li gor pîvanên navdewletî.
  • redkirina terorê bi hemû awayên wê, rêxistin bin yan kes bin.
  • Jinûavakirina Artêşa Sûrî li ser bingehên niştimaniyê
  • Avakirina rewşên guncaw bo vegerandina penaber û derbideran bo cihên xwe.
  • Qerebokirina her kesê ziyan ji şer dîtiye.
  • Serweriya Sûriyê li hemû xaka Sûriyê.
  • Redkirina her destêwerdaneke derve bi karûbarên navzweyî yên Sûriyê.
  • Sîstema hikûmraniyê li Sûriyê li ser bingeha demikratiyê, bê taifî.
  • Parastina mafê jinê li gor pîvanên navdewletî (ji sedî 30).
  • Cibicîkirina biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî û bi taybet biryara 2254 bo veguhastina siyasî ji desthilatê re.
  • Avakirina jîngeheke aram di dema veguhastina siyasî de, bo yeksanbûna derfetan.
  • Rêgirtin li pêş karên tohildanê, ji her aliyekî re.

Di 14ê vê mehê de civînên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê destpê kirin., Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El- Caferî daxwaz ji De Mistura kir ku, gera sêyem a danûstndina were paşxistin ku biryare di 13ê meha Nîsana bê de, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin encamdan.

Îro roja dawî  ji ger duyema ya danûstandinan bû,  ku De Mistura digel herdu şandên Sûrî civiya, biryar e jî îro De Mistura civînên gera bê ya danûstandinan jî destinîşan bike.