Derbarê parêzbendiyan de pêşniyareke nû
Hevdîtinên li ser parêzbendiyan yên di navbera partiyên parlemenê de her berdewam in. Pêşniyareke ku ji sê xalan pêk tê ji aliyê CHPê ve bo AKPê hate kirin. Di nava wan pêşniyaran de rakirina parêzbendiya wezîran jî cih digire.
K24 – Enqere
Hevdîtinên li ser parêzbendiyan yên di navbera partiyên parlementoyê de her berdewam in. Pêşniyareke ku ji sê xalan pêk tê ji aliyê CHPê ve bo AKPê hate kirin. Di nava wan pêşniyaran de rakirina parêzbendiya wezîran jî cih digire.
Dengvedana “Meydan xwestina” Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteran de her berdewam e. Li parlamenê danûstandinên partiyên siyasî yên di vê mijarê de her diçe zêdetir dibin. Di nava pêşniyarên CHPê de yên ku bo AKPyê peşkeş kirin, xala “sucên terorê” ku kesên pê têne darizandin nikaribin bibin paramenter jî cih digire.
Serokê Cîgirê Koma CHPê Engîn Altay dibêje: “Guherîna ku dê pêk were, pêwîst e sucên ku beriya vê guherînê jî hatine kirin, di çarçoveya parêzbendiyê de bêne nirxandin. Serdema borî de du parlamenteran suc kiriye, fezlekeya yekî jê amade ye yê din ne amade ye. Parêzbendiya parlementerê ku fezelekeya wî amde ye radibe lê yê din ku ne amade ye ranabe. Bi vî awayî nabe. Di nava vê pêşniyarê de rakirina parêzbendiya wezînran jî cih digire.”
Pêşniyarên CHPê ji aliyê AKPê ve bi awayekî erênî hatin pêşwazîkirin. Hate ragihandin ku di demek kin de, wê ev pêşniyarên CHPê, di nava merciyên bi mijarê re têkîldar yên AKPê de jî were nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Cîgirê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci got: “Em giringiyê didin pêşniyarên CHPê. Bi taybetî jî em ji berfirehkirina wê pêşniyara ku ji aliyê me ve hatibû kirin gelekî dilxweşin. Di demek kin de em ê hewlê bidin ku encamekê ji van pêşniyaran wergirin. Lê belê em wê formulê dixwazin ku her çar partiyên siyasî jî li ser parêzbendiyan li hev bikin.”
Hemû partiyên siyasî derbarê biryara parêzbendiyan de, li ser boçûn û baweriyeke hevkar ku wê wîcdanê raya giştî jî pê rehet be, li hev dikin. Bi tenê partiya MHPê dixwaze ku di serî de parêzbendiya parlementerên ku derheqê wan de fezlekeya terorê heye were rakirin.