IHD û malbat daxwaza dayîna termên cangoriyan dikin

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD û Komeleya Malbatên Cangoriyên Kujer Nediyar û Gêrîlayan Meya-Der, bang daxwaza ku cangoriyên li Diayarbekirê di dema şerde hatine kuştin ji bo malbatên wan bên sipartin da ew jî defin bikin. Disa Raporên ku ji aliyê sazî û komeleyên mafên mirovan ve li Silopyayê hatine amade kriin jî hatin ragihandin.

K24 – Diyarberkir

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD û Komeleya Malbatên Cangoriyên Kujer Nediyar û Gêrîlayan Meya-Der, bang daxwaza ku cangoriyên li Diayarbekirê di dema şerde hatine kuştin ji bo malbatên wan bên sipartin da ew jî defin bikin. Disa Raporên ku ji aliyê sazî û komeleyên mafên mirovan ve li Silopyayê hatine amade kriin jî hatin ragihandin.

Rêvebirên Meya-Derê, daxuayndin ku, dewlet dikare di nav rojekî de, termên cangoriyan tehîs bike û bide malbatên wan, lê him bi mehan li erdê hiştina terman, him jî piştî wî dewlet dixwaze êşkence bi wan bike.

Parlamentera Partiya DemokratÎk a Gelan HDPê Nursel Aydogan jî, ragihand ku, Hikûmeta AKPê dixwaze, bi xirab kirin û şerê li Bakûrê Kurdistanê peyama çavtirsiyê bide Kurdan û civaka Tirkiyeyê.

Serokê ÎHDê yê Diyarbekirê, Racî Bîlîcî jî balkişand ku, di serdemên şer û operasyonan de hemû nirxên hûqûqî hatine binpê kirin, lê qe nebe niha, li gor destûr û peymanên navdewletî yên şer termên cangoriyan bên derxistin û defin kirin.

Bîlîcî got jî: “Li Sûr a Navçeya Diyarbekirê ev 23 roj in ku şer rawestiyaye û parêzgariyê jî ragiahndibû ku operasyon xilas bûye, lê qedexeya li 6 taxan hêj jî didome û ji wan taxan her roj bi sedan kamyon herfiyat tê derxistin.”

Heman roj raporên ku ji aliyê sazî û dezgehên hûqûqî û mafên mirovan ve li Silopyaya navçeya Şirnexê hatibûn amade kriin jî bo raya giştî hatin belav kirin.

Rêvebirê ÎHDê yê Diyarbekirê Muhterem Sûer, ragihand ku,di diyardeyên raporan de, hatiye desnîşan kirin ku li ciyên qedxe hatine ragihandin û şer û pevçûn çêbûne hemû mafên mirovan, hatina binpê kirin û wan di destpêkê de bangawazî li saziyên navdewletî û mafên mirovan yên navdewletî kiribe jî bi giştî bêdeng mane.

Herwiha Sûer got jî: “Li Silopiya navçeya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015-an de qedexe hatibû ragihandin û piştî ku 40 roj qedexe domiyabû, di 19ê Çileya 2016-an de tenê bi roj di navbera demjimêrên 5:00-ên sibehî û 18:00-an kismî hatibû rakirin.”