ENKS daxuyaniyên Es'ed Zuibî şermezar dike
ENKS daxuyaniyên Es'ed Zuibî şermezar dike
K24 – Qamişlo
Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê daxuyaniyên Serokê Desteya Bilind a danûstandinên opozsyona Sûriyê li Cenêvê Es'ed Zuibî de şermezar dike û dibêje, ENKSê di demek nêzîk de bersiva xwe dide.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS Mihsin Tahir, tevlî bultena “Êvarname” ya K24ê bû û gotinên Zuibî şermezar kir û got: “Jixwe Zuibî kesekî şovînist e, bi dehên salan di Partiya Beis de kar kiriye û wek rêjîma Sûriyê difikire.”
Serokê Desteya Bilind a danûstandinên opozsyona Sûriyê li Cenêvê Es'ed Zuibî di hevpeyvîneke xwe de digel medyayeke Erebî de, bi tundî rexne li Kurdan kir û gotibû Kurdên Sûriyê ji sedî yek in û gotinên ne baş li ser Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê kiribû.
Zuibî gotibû, di serdema Serokê yê Sûriyê Hafiz Esed de, Kurdan daxwaza belgeyekê dikirin ku wek “Mirov” bêne jimartin, lê niha li ser xwîna gelê Sûriyê dixwazin dewletekê ava bikin, bo bibin mirov.
Tahir got jî: “Kurd li Kurdistana Sûriyê bêhtirî ji sedî 15 de ye. Hêza Pêşmergeyên Kurd û şervanên Kurd û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, bajarê Kobanê rizgar kirin.”
Tahir herwiha got: “Nabe kesekî mîna Zuibî di nava şanda opozîsyonê de danûstandinê ligel rêjîma Sûriyê bike, ji ber ku ew û rêjîmê dibin weke hev.”
Tahir diyar kir û got: “Şandeke din bi navê Desteya Siyasî ya Bilind ya Danûstandinan heye, em wek ENKSê emê ji wan jî bixwazin ku bersiva vî kesî bide. Em beşek in ji Îtîlafa Opozîsyonê ne lewre divê Îtîlaf jî bersiva Zuibî bide.”
Tahir amaje kir, ku endamê ENKSê di danûstandinên Cenêvê di Fûad Elîko wek nerazîbûn li ser daxuyaniyên Zuibî, beşdarî civîna îro ya opozîsyon û NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura nebû.