Desteya Hemahingîyê li Sûriyê fedralya Rojava redike
Di 17ê vê mehê de TEV-DEM û alîgirên wê sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandin.

K24-Qamişlo
Desteya Hemahingî li Sûriyê sîstema fedraliyê li Rojava û Bakurê Sûriyê redike û dibêje ku, pêweste babetên çarenûsî di çarcoveya lihevhatineke niştîmanî de gotûbêj li ser were kirin.
Derbarê vê mijarê Serkirdeyê Desteya Hemahingî li Sûriyê Elî Esad di daxuyaniyekî de ji K24ê re wiha got: "Em li dijî biryarên yelalî ne, em bi danûstandinan re ne, pêweste babetên çarenûsîdi çarcoveya lihevhatinekî niştîmanî de gotûbêj li ser were kirin û biryara ragehandina wê bi giştî were standin."
Ji aliyê xwe ve serkirdeyê Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Salih Gedo da zanîn ku, ji destpêk ve helwesta Desteya Hemahingî li Sûriyê diyare û li dijî sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ne.
Di 17ê vê mehê de TEV-DEM û alîgirên wê sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandin.