Kanada hişayarî da welatiyên xwe li Tirkiyê

Berî niha jî her yek ji Amerîka û Elmanyayê ji ber teqînên li Tirkiyê rûdabûn, welatiyên xwe hişayar kiribûn, ko ji deverên metirsîdar dûr bibin.

K24-Enqerê

Hikûmeta Kanadayê ji metirsiya êrîşên terorî hişayarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê.

Hikûmeta Kanadayê ji malpera xwe ya fermî bi hinceta êrîşên terorê bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê dijîn kir ko ji navçeyên Ulus û Kizilayê yên paytexta Tirkiyeyê Enqereyê dûr bibin. Heke ne neçar bin bila serdana wan deveran nekin. Herwiha ji bo ewlekariya canê wan

hikûmeta Kanadayê şîret li welatiyên xwe dike ko heta 10 kîlometreyan ji sînora Suriyeyê dûr bin û serdanên xwe yên ji bo bajarê Sêrt, Şirnex, Riha, Kîlîs, Batman, Entaqya, Mêrdîn, Dersim, Mûş û Diyarbekirê jî paş bixin.

Berî niha jî her yek ji Amerîka û Elmanyayê ji ber teqînên li Tirkiyê rûdabûn,  welatiyên xwe hişayar kiribûn, ko ji deverên metirsîdar dûr bibin.