Li Diyarbekirê bi 4 ton TNT êrişî Qereqola leşkerên Tirkiyê hate kirin

Li ser rêya Diyarbekirê navçeya Licê bi otombîleke bombebarkirî li dijî Qereqoleke Cendermeyên Tirkiyê êriş pêk hat. Li gorî ragihandina Sererkaniya Tirkiyê di bûyerê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 24 leşker jî birîndar bûn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2cad746d-e489-457a-a7e3-9593738aa458/BiTirimbeleBombebarkiriLiDijiQereqolaLeskeranErish.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li ser rêya Diyarbekirê navçeya Licê bi otombîleke bombebarkirî li dijî Qereqoleke Cendermeyên Tirkiyê êriş pêk hat. Li gorî ragihandina Sererkaniya Tirkiyê di bûyerê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 24 leşker jî birîndar bûn.

Li Qereqola bi navê Mermer ya li ser rêya Licê û Diyarbekirê ye ku 35 k.m ji bajêr dûr e. Şevê din li saet derdora 9-ê ji aliyê êrişkarekî nenas ve bi otombêlek ku tê gotin 4 ton TNT barkirî êrîş hate kirin. Denqê teqînê gelek mezin bû heta ji gundewar û bajêr jî hate bihîstin. Piştî teqînê dengê çekan jî hat. Şêniyên li gundewarên derdorê jî behsa dema teqînê kirin.

Li gorî zanyariyan, otombêl bi lezeke zêde ber bi Qereqolê ve hatiye û rasterast derbasî hewşa qereqolê bûye. Hat gotin ku beriya êrişê leşkeran pêşbirka Tirkiyê û Swêdê temaşe dikirin. Ji ber wê yekê di serî de şoqeke mezin hate jiyîn. Avahiyeke qereqolê bi temamî hilweşiya avahiyên din jî rastî xûsareteke mezin hatin.

Piştî teqînê ji Diyarbekirê hejmareke zêde ya leşker, ambulans û îtfaîyeyan ji bo cihê bûyerê hatin veguhestin.  Lê belê ji ber îhtîmala teqîneke li ser rê, piştî ku rê hate kontrol kirin ambulans derbasî cihê bûyerê bûn.  Mirî û birîndar bi ambulansan rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle û Nexweşxaneya Leşkerî ya li Diyarbekirê. Li gorî agahiyan birîna 7 leşkeran giran e. Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê bûyerê de biryara qedexeya belavkirina dîmên cihê bûyerê da.

Cam û deriyên hin avahiyên li derdorê jî hatin xwarê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome. Hê jî ti kes nehatine desteserkirin. Sererkaniya Tirkiyê dibêje êriş ji aliyê PKK-ê ve hatiye kirin lê hê PKK-ê derbarê vê yekê de daxwiyaniyeke belav nekiriye. Di 18-ê Sibata îsal de dîsa li nêzîkî Qereqola Mermerê, di dema derbasbûna otobusa leşkeran de bombe hatibû teqandin û 7 leşkeran canê xwe ji dest dabûn.