Emerîka red dike hilwîsta wê beranber Esed hatibe guhertin.

Emrîka axivtinên cêgirê wezîrê derve yê Rosyayê red dike ku hilwîsta wê beranber bi çarenvîsa Beşar Esed hatibe guhertin û tekezê dike ku nabe Esed serokatîya Sorya ya nû bike.

K24- Hewlêr:

Emrîka axivtinên cêgirê wezîrê derve yê Rosyayê red dike ku hilwîsta wê beranber bi çarenvîsa Beşar Esed hatibe guhertin û tekezê dike ku nabe Esed serokatîya Sorya ya nû bike.

Con Kêrbî, goteêjê wezîrê derveyê  Emerîkayê, ewan raportan red dike ku behsa guhertina hilwîsta Emerîkayê dike li beranber Esed û dibêje: Esedî şerîyeta xwe ji dest daye bo serkirdatîya Soryayê û her axivtinek ku amaje bi wê yekê bike ku Emerîkayê hilwîsta xwe li ser evê yekê guhertîye, dûre ji rastîyê.

Ev piştî wê hat li roja Heynî cêgirê wezîrê derveyê Rosyayê Sêrgî Raybkof, ragehandibû ku Emerîkayêli ser çarnvîsa Esed hilwîsta xwe guhertîye û Con Kêrî wezîrê derveyê Emerîayê di kombûna xwe de li gel berpirsên Rosyayê, hilwîsta Waşintinê li beranber Esed bi Rosyayê ragehandîye,

Zêdetir ji 5 salane sere hindûrî li Suryayê heye, opizisyûna ewî welatî daxwaz dikin Esed ji desthilatê bihê xwar û Emerîka jî li gel nemana desthilata Esed e, lê Rosya piştîvanîya vemana Beşar Esed dike wek serokê Sorayayê.