Hevşaredarên Colemêrgê bo 15 salan hatin zindankirin

Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrûlah Çîftçî, ji ber ragehandina "Rêveberiya Xweserî" bi 15 salan cezayê girtinê hatin zindankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrûlah Çîftçî, ji ber ragehandina "Rêveberiya Xweserî" bi 15 salan cezayê girtinê hatin zindankirin.

Hevşaredarên HDP'ê jî di nav de, 11 endamên HDP'ê û rêveberên Şaredariyê, îro derketin pêşberî  Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê.

Parêzeran, destnîşankirin ku , di daxuyaniya hevşaredaran de tiştekî deryasayî nîne û xwestin hemû girtî bên azadkirin.

Desteya dadgehê, bo her yek şaredar û 7 tometbaran 15 sal cezaya girtinê da. Her wiha 2 kesan jî  ceza ne girtin.

Hevşaredar, di 14'ê tebaxa 2015 de, li pêş avahiya şaredariyê, beşdarî daxuyaniya "Rêveberiya Xweser" bûbûn. Hevşaredar Hatîpoglu û Çîftçî, di 23'ê tebaxê de ji hêla dadgehê ve bi tometa "Têkdana yekîtiya welêt" hatibûn girtin.

Xizm û piştevanên girtiyan, piştî aşkerekirina biryarê nerazîbûn nîşan dan.