Wezîrê hindurîyê Belcîkayê: Hêj gefên tîrorê li ser Belcîkayê maye.
Wezîrê hindûrîyê Belcîkayê daxwaz ji hevwelatîyên xwe kirin pişikdarîyê di çi qewşenan da nekin, çunku gefên tîrorê li ser Belcîkayê her maye.
K24- Hewlêr:
Wezîrê hindûrîyê Belcîkayê daxwaz ji hevwelatîyên xwe kirin pişikdarîyê di çi qewşenan da nekin, çunku gefên tîrorê li ser Belcîkayê her maye.
Can Cambon , wezîrê derve yê Belcîkayê daxwaz ji hevwelatîyên xwe kir qewşen û rêresmên rîzlênanê bo qurbanîyên teqînan encam nedin, çunku hêj metirsî yên hêrişên tîroristî her heye li ser Belcîkayê û polis û dezgehên asayîşî di amadebaûşîyê de ne.
Can Cambon got jî: Hilmetên geryan û vekolînê di berdewamin û daxwaz ji xelkî dikin harîkarî ya hêzên asayîşî bikin û pişikdarîyê di qewşen û rêresman nekin.
Ev axivtinên wezîrê hindurîyê Belcîkayê di demekê de ye ku biryare evro li belcîkayê rêresmeka berfireh bo şermezarkirina teqînên Biroksilê bi rêve biçe. Ew rêresim dê ji kax a DÎ Labors dest pê bike heya wêstgeha Garî Du Nord, ew dû cihên ku teqîn lê hatin encamdan û bi eegera wê 30 kesan canêî xwe jiu dest dan û 100 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînan jî Daişê berpirsînî ya xwe ji wan teqînan ragehand.