Hêro Îbrahîm bersiva Kosret Resûl dide.
Hêro Îbrahîm Ehmed, hevser a Celal Talebanî,sikirtêrê giştîyê Yekêtî ya Nîştîmanî Ya Kurdistan(YNK)yê, bersiva axivtinên Kosert Resûl Elî, cêgirê yekê yê sikirtêrê giştîyê YNKyê da û ragehand: Her kesekî ev axivtin bikiriban, divîya kak Kosret tila xwe bo evê pirsê nerakêşaba, çunku hemû xelkê Kurdistanê dizane ku kî dive kurr, keç û kesên nêzîkî xwe li pile û postên bilindên hizbî û hikumî de bisepîne. Lew heq nîye ewên mala wan ji şûşe be beran bigirin malên xelkê.
K24- Hewlêr:

Herweha Hêro Îbrahîm di bersiva Kosret Resûl de dibêje: Li ser ewê yekê ku min hemû desthilatên YNKyê xistine di destên xwe de, min divê gelek bi zelalî evan rastîyan bo hewe xuya bikim. Bi nerîna m in posta Sikirtêrê Giştî yê YNKyê ji bilî Mam Celal, ne niha û ne jî li ayînde cihê behiskirinê nine û ev post û hemû postên din we serdema amadeyî ya Mam namîne. Em li benda kongireyê ne danûstandinan li ser wan postan bike û guhertinan bi ser post û desthilatan bihîne.
Herweha li ser pirsa YNKyê û destserdagirtina serwet û samnên YNKyê, Hêro dibêje: Ne ezim ku berpirsê darayî ya YNKyê bim, belku ewe w rêvebrînî ya Giştîye ku berpirse ji serwet û samanên giştî yê YNKyê û dabînkirina pêdivî yên wê. Vêcar her kesekî bivêt serwet û samnên YNKyê bizane dive li Rêvebrînî ya Giştî ya YNKyê bipirse.