Tiramp: Nabe di yek dem de şerrê Daişê û Beşar Esed bihê kirin.
Berbijarê Partîya Komarîyan bo serokatîya Emerîkayê, Donald Tiramp, bi rojnameya Taymiz ragehandîye, ku tîror arîşeyeka mezintire ji Beşar Esed, serokê Suryayê.
K24- Hewlêr:
Berbijarê Partîya Komarîyan bo serokatîya Emerîkayê, Donald Tiramp, bi rojnameya Taymiz ragehandîye, ku tîror arîşeyeka mezintire ji Beşar Esed, serokê Suryayê.
Donald Tiramp got jî: Bo Emerîkayê arise ya Herî mezin Daişe neku Esed, lew encamdana şerr li dijî herdûyan di yek dem de karekê dînaneye.
Donald Tiramp li ser sitratîcîyeta şerrê Daiş dibêje, kar li ser ewê yekê bihê kirin ku Daişê kontirol li ser petrolê nemîne.
Donald Tiramp dewlemendekê mezine û xwedîyê dezgehên Tirampe ku xwedanê hijmareka mezine ji hotel û gazînoyan li seranserê cîhanê.
Tiramp bi wê yekê hatîye nasîn ku di bangeşeyên xwe de axivtinên seyîr hene, gelek caran axivtinên tund li dijî Musilman û koçberan dibêje, di dema bûrî de got: Min hîç bawerî bi Opizisyûna Surayê nîne, çunku nizanim di kok a xwe de ew kîne.
Li ser Daişê jî Tiramp dibêje: Divê jêderên Darayî yên Daişê bihên ji nav birin.