Putin pîrozbahiya Esed kir

DAIŞê di Îlona sala 2015an bajarê Tedmûrê kontirol kirbû, herwiha beşek mezin ji şûnwarên wê yên dîrokî rûxandibûn, duh ew bajar bi temamî kete destê rejîma Sûriyê.

K24-Navenda nûçeyan

Pitî kontirolkirina bajarê Tedmûrê ji aliyê rejîma Sûriyê ve, Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn di pêwendiyekî telefonî de pîrozbahiya Beşar Esed kir.

Derbarê vê mijarê ajansa fermî ya ser bi rejîma Sûriyê SANA belav kir ku, di pêwendiyekî telefonî de Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn pîrozbahiya Serokê Hikûmeta wî welatî li dûrxistina DAIŞî ji bajarê Tedmûrê yê dîrokî re û kontirolkirina wan ji bajarê kir.

Her wiha jia aliyê xwe ve jî Serokê rejîma Sûriyê wiha ji Putîn re gotibû: "Me ev serleftin bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê bi dest xist, ev ne tenê destkeftin bo Sûriyê belo bo mirovahiyê ye jî."

DAIŞê di Îlona sala 2015an bajarê Tedmûrê kontirol kirbû, herwiha beşek mezin ji şûnwarên wê yên dîrokî rûxandibûn, duh ew bajar bi temamî kete destê rejîma Sûriyê.