Sezen Aksû daxwaza berdana akademîsyonan dike

Sezen Aksû 13ê Temûza 1954an li navçeya Saraykoy a bajarê Denîzlî yê Tirkiyê ji dayîk bûye. Di temenê 3 saliyê de ligel malbata xwe li Îzmîrê bi cih bûne.

K24-Enqrê

Hunermenda Tirkiyê Sezen Aksû li ser girtina akademîsyenên piştgirî dane pêvajoya aştiyê û daxwaza agirbestê kirine nîşan da û got, divê akademîsyen demek ji berî demekê bên berdan. Aksû berî niha jî piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û dewleta Tirkiyê de nîşan dabû.

Hunermenda navdar a Tirkiyê Sezen Aksû dixwaze akademîsyenên 'Belavoka Aştiyê' belav kirine demek ji berî demekê zûtir bên berdan.

Bi dawî hatina pêvajoya aştiyê, destpêkirina şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de hezar û 128 akademîsyen û mamostayên zanîngehên cûda yên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Akademîsyenan belavokek bi navê 'Em nabin Hevkarî Vî Sûcî' belav kirin û daxwaza destpêkirina pêvajoya aştiyê kirin. Herwiha akademîsyenan diyar kirin ku divê dawî li şer û pevçûnan bê û agirbest bê ragihandin.

Hunermenda navdar a Tirk Sezen Aksû li ser girtina akademîsyen û qedexeyên derketina derve li Bakûrê Kurdistanê ji rojnameya Cumhuriyet re axivî.

Sezen Aksa bal dikşîne ser Akademîsyenên ku 'Belavoka Em Nabin Hevkarê Vî Sûcî' û dibêje, yên ku welat pêş ve dibin akademîsyen in. Divê berî ku hê zêdetir welatê me bê biçûkirin, akademîsyen bên berdan.

Sala 2012an di dema destpêkirina pêvajoya aştiyê di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, Sezen Aksû piştgiriya xwe anîbû ziman. Aksû dabû zanîn, tenê daxwaza wê ewe ku li vî welatî bi biratî û wekhev bi hev re bijîn û zarok êdî neyên kuştin.

Sezen Aksû 13ê Temûza 1954an li navçeya Saraykoy a bajarê Denîzlî yê Tirkiyê ji dayîk bûye. Di temenê 3 saliyê de ligel malbata xwe li Îzmîrê bi cih bûne. Sala 1970'an tevlî pêşbikra deng bû û ket rêza 6'an de. Ji wê demê ve karê hûnerî dike. Li sala 1976'an cara yekemîn derket ser dikê.