"Me rê li pêşiya 37 hezar çekdar ku derbasî Tirkiyê bibin girt"
Wek tê zanîn ku, gelek welat Tirkiyê bi piştevaniya terorê tometbardike û dibêjên ku, çekdarên DAIŞê bi rêya Tirkiyê derbarî Sûriyê dibin.
K24-Enqerê
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragehand ku, heta niha nehîştine 37 hezar çekdarên biyanî derbasî Tirkiyê bibe û 3 hezaran zêdetir kes jî dersînor kirine.
Derbarê vê mijarê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di kongreyekî rojnamevanî de wiha got: "Piştî bûyerên wek yên Brukselê gotinên dijî îslamiyetê pêş dikevin û bu siyasetê tên bikaranîn. Divê alimên olî û siyasetmedar berpirsiyar tevbigerin. Gotinên wiha tenê rêxistinên wek DAIŞ û El Kaîde'yê bihêz dike."
Derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Rece Taybe Erdogan Kalin wiha dazanîn û got:"Serdana birêz Serokomar ya bo Amerîkayê ne ji bo hevdîtinên du Serokan e. Lê em hewl didin ku bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re hevdîtin bê kirin, xebatên me berdewam dikin.Li Amerîkayê girtina Riza Sarraf biryara dozgerê ye. Em niha derbarê vê de tiştek nabêjin. Em jî ji vir dişopînin. Ji me re tiştek rasterast nehatiye gotin."
Herwiha Kalin aşkere kir û got: "Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de heta niha me nehîştiye ji 120 welatan 37 hezar kes derbasî Tirkiyê bibin. Me ji 3 hezaran zêdetir kes jî ji ber gumanan dersînor kirine. Tirkiye di vê mijarê de bibiryar e û çi dikeve ser bi cih tîne."
Wek tê zanîn ku, gelek welat Tirkiyê bi piştevaniya terorê tometbardike û dibêjên ku, çekdarên DAIŞê bi rêya Tirkiyê derbarî Sûriyê dibin.