Di nav Kongirês a Emerîkayê teqe hat kirin û kesek birîndar bû.
Ajansên nûçeyan belav kirin, di pişka taybet bi mihvanan û serdanîkerên Kongirêsa Emerîkayê teqe hat kirin û polîsek jî birîndar bû.
K24- Hewlêr:
Ajansên nûçeyan belav kirin, di pişka taybet bi mihvanan û serdanîkerên Kongirêsa Emerîkayê teqe hat kirin û polîsek jî birîndar bû.
Jêder amaje bi wê yekê dikin ku bi egera gefên asayîşê Koçka Sipê û kongirêsa Emerîkayê hatine daxistin.
Polîsan jî daxwaz ji endamên Kongirêsê kirine xwe veşêrin û rêkarên asayîşî yên tund jî girtine pêşî ya xwe.
Li gor zanyarîyên ajansa Esoşêtîd Pirês, ew teqkar ji alîyê polis ve hatîye girtin.
Telefizona emerîka belav kirîye, ku dadgeha bela ya Emerîkayê ku li nêzîk ewî cihîye hat daxistin, lê bo demeka kêm dûv re hat vekirin.