Li Tirkiyê bo zêdekirina desthilatdariya dezgehên perwerdê yasa
Piştî vê yaseya ku, kete rojevê li gorî akademisyen û sendîkayan wê çewsandina li dijî akademisyen û zanîngehan zêdetir bibe.
K24-Enqerê
Li ser daxwaza Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan, reşnivîsa yaseyê ya zêdekirina desthilata Dezgeha Perwerdehiya Bilind (YOK) ku rêya ji kar derxistina akademisyenan û jêpirsînê dabîn dike, bo parlamenê hate pêşkêşkirin.
Bi rêya vê yaseya nû, Dezgeha Perwerdehiya Bilind, berî biryara deqan û rektoriya zanîngehê, bi navbeynkariya Lijneya Disiplînê ya Bilind dê bikaribe derbarê wan akademisyenên ku di nava ragihandinên siyasî û îdeoljîk de cih girtiye ji kar derkirin û derbarê wan de jêpirsînê bide destpêkirin.
Di encama vê jêpirsînê de Serokê YOKê dê bibe xwediyê desthilata "Cezayê Şermezarkirinê " ya wan akademisyenan. Herwiha ev yase wê desthilatê dide Lijneya Displînê ya YOKê da ku karibe ji mehaneya akademisyenan bikuje, wan ji kar dur bixe û ligel vê yekê pêşî li bilindbûna pileya wan bigire.
Derbarê vê mijarê de, Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Sakine Esen Yılmaz ji K24ê re wiha got:"Yaseya YOkê li gorî konsepta terorê tê amadekirin. YOK bixwe berhema kudeteya leşkerî ya sala 1980ê yî ye ku gelek desthilat hebûn, îro detshilatên wê hîn zêdetir dikin. Arîşeya herî mezin arîşeya damezrandina kadroyên xwe ye. Ew akademisyen ku ne bi dîtina AKPyê re ne ji zanîngehan hatin vederkirin."
Li gorî rewşenbîran, derbarê wan akademisyenan de ku, ragihandineke aştîxwaz belav kiribû prosesa "Nêçîrkirina Pîrebokan" dest pê kiribû. Piştî vê yekê hindek akademisyen hatibûne girtin hindek jê ji kar hatibûn durxistin û hindekan jî girêbesta wan hatibû betalkirin. Di vê navê de vê prosesê piştî daxuyaniya serokkomar dest pê kiribû.
Derbarê vê yekê Akdemisyen Abdurrahîm Ozmen wiha ji K24ê re axifî:"Zanîngehên Tirkiyê li gorî zanîngehên cîhanê ne baş in. AKP piştî hate desthilatê li gorî xwe YOK ji nûve ava kir. Ciwanên welatekî temam di zanîngehan re diçin. Welatekî ku ji zanîngeh û ciwanên xwe bitirse tu carî bi pêş nakeve. Dema ku em fikrekî azadiyê bidin ciwana divê em li vê nefikirin, "di dersê de ez vî tiştî bêjim ezê bêm girtin an jî ji zanîngehê bême avêtin." Îro Tirkiye di vê rewşê de ye."
AKPê di 7ê Hezîran û 1ê Sermawezê de ragihandibû ku ew ê zanîngehan bikin warên xweser û azad. Herwiha derbarê kirinên YOkê de jî hatibû ragihandin dê di demeke kinde ew ê reforma Dezgeha Perwerdehiya Bilind pêk bînin.
Piştî vê yaseya ku, kete rojevê li gorî akademisyen û sendîkayan wê çewsandina li dijî akademisyen û zanîngehan zêdetir bibe.