Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê befirbarîn
Rayedarên şaredariyê dibêjin ku, heta niha rêya gundan nehatiye girtin lê bele barîna barfê berdewam bike û dê rêya hemû gundan bên girtin
K24-Bedlîs
Li Tirkiyê germahiya biharê her ku diçe rûyê xwe nîşanî welatiyan dide. Lê belê wekî ku kal û pîrên kurd dibêjin "Adar e berf li gulyê dar e nema danê êvar e" rast derket û li bajarê Bedlîsê dawiya meha Adarê berf barî.
Li bajarê Bedlisa yê bakurê kurdistanê baranên ku, doh bi şev dest pê kirin serê sibehê cihê xwe da barîna berfê. Berfa ku serê sibêhê dest bi barînê kir jiyana welatiyan xiste zehmetiyê. Heta niha li nevanda bajêr nêzî 20 santîm berf bariye û li deverên bajêr yê bilind jî nêzî 40 santîman berf bariye.
Welatiyên ku li bajêr dijîn amaje bi wê yekê dikin ku, li Bedlîsê her sal navbera mehên Adar û Nîsanê de berf dibare û hişyariyên wan ji bo welatiyên xwedî wesayît hene.
Derbarê vê yekê de, welatiyek wiha ji K24ê re got:"Zivistana me carekdin eynî berdewam dike. Erebên me hemû li mane rê de. Kes pêwîst e bê zincîr dernekeve rê. Xwedêteala alîkarê hemû mislimanan be"
Welatî dibêjin ku berfa dem dem dibare rê nade hatin çûna wesayitan ya ji bo navenda bajarokan.
Welatiyekî din jî wiha ji K24ê re wiha axifî:"Meha adarê ye ji xwe halê me yê her car e. Di rewşa asayî de Bedlîsî tenê du mehan havînê dijîn, mehên mayî jî bi sermayê derbas dibe. Wekî tu dibînî par, pêrar dîsa meha adarê berf barî. Em li vî welatî de dijîn."
Herwiha rayedarên şaredariyê dibêjin ku, heta niha rêya gundan nehatiye girtin lê bele barîna barfê berdewam bike û dê rêya hemû gundan bên girtin. Li gel wê bi boçûna rayedarên metorolojiyê jî dê li Bedlîsê heta du rojên din jî berf bibare.