Li Tirkiyê agir bi konên penaberên Sûriyê ket
Ew kampa penaberan têra 22 hezar penaber dike, lê 10 hezar kes li wir dijîn. Sala par jî dîsa li heman konbajarî şewat derketibû û di encam de zarokekî canê xwe ji dest dabû.

K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê di encama agirketina bi konên penaberên Sûriyê 3 zarokan canê xwe ji dest dan.
Îro, li bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê navçeya Dêrikê, agir bi konên penaberên Sûriyê ket. Her çiaqs tîmên agirkuj hewl dan agirê vemirînin jî nekarîn pêşî li mirinan bigirin. Di encamê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn. Derbarê şewatê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ew kampa penaberan têra 22 hezar penaber dike, lê 10 hezar kes li wir dijîn. Sala par jî dîsa li heman konbajarî şewat derketibû û di encam de zarokekî canê xwe ji dest dabû, herwiha 21 kon jî şewûtîbûn.