Revandin a froke ya Misrî û danstandin li gel hevsara xwe.
Çend jêderekên asayîşî li welatê Qubiris a Yunanî ragehandin, ewên firokeya Misrî revanîn rêdan swar ên Misrî ji firokeyê bihên xwar, lê hêj swar ên bîyanê di nav firokeyê de mane.
K24: Hewlêr:
Çend jêderekên asayîşî li welatê Qubiris a Yunanî ragehandin, ewên firokeya Misrî revanîn rêdan swar ên Misrî ji firokeyê bihên xwar, lê hêj swar ên bîyanê di nav firokeyê de mane.
Wezaret a Firokevanî ya Misrê, evro Sêûembîyê di ragehandinekê de got: Yek ji swar ên firokeyê gef li firokevanê firoke ya revandî (ku ser bi company ya Misrê ye bo firokevanîyê) kirine û gotîye, wî piştên a bombrêjkirî pê re ye.
Wezareta Firokevanî Sivîlî ya misrê gotîye jî: Firokevanê firokeyê, Ûmer Elcemel ragehand ku yek ji swar ên firokeyê gef kirine û gotîye piştêneka bombrêjkirî pê re ye û firkevan naçar kirîye li firokexane ya Larinka binîşe.
Polîsên Qubrisê jî ragehand: Demjimêr 5:30 bi dema Girîniç peywenî bi tawer a çavdêrîyê (Firokexane ya Larinka) kirîye û demjimêr 5:50 rê hat dan bi firokeyê ku binîşe.
Ajansa nûçe yên Rojhilat navîn ragehand ku ew kesê firoke revandî hevwelatîyekê Misrê ye bi nave Îbrahîm Semahe. Hevdem hinek jêderên peyewendar li Qubrisê ragehand ewî kesî daxwaz kirîye li gel hevsera xwe ya berê danûstandinan bike ku hevwelatîyeka Qubrisîye bi nave Marîna Markova.
Herweha hinek jêderên Misrî ragehandine: Ewî kesî di destpêkê de daxwaz kirîye ku firoke ber bi Istanbolê ve bihere, lê firokevanî ev red kirîye bi egera nebûna Benzînê, lew naçar bûye li firokexaneya Larinka binîşe û dûv re daxwaz kirîye danûstandinan li gel jinekê bike bi navê Marîna Markova.
Jêder dibêjin ewî kesî daxwaza mafê penaberînîyê kirîye û daxwaz kirîye li gel hevsera xwe ya berê ku navê wê Marîna Markova ye danûstandinan bike.
Polîsên Qubrisê jî dibêje hevsera wî bi rê ve ye bo firokexaneyê bo encamdana danûstandinan li gel mere xwe yê berê.