Con Kêrî piştîvanî ya Emerîkayê bo Turkîyayê tekez kir.

Wezîr ê derve yê Emerîkayê piştîvanî ya xwe bo Turkîyayê tekez kir.

K24- Hewlêr:

Wezîr ê derve yê Emerîkayê piştîvanî ya xwe bo Turkîyayê tekez kir.

Con kêrî, wezîrê derve yê Emerîkayê piştî kombûn a wî li gel hevtayê xwe yê Turk Mewlûd Çwişoglo ragehand, Emerîka 20 milyon Dolar ên din dide Turkîyayê daku berengarî tengije ya penaxwazan.

Ji alîyekê din ve Con Kêrî piştîvanî Emerîkayê bo Turkîyayê tekez kir li şerrê dijî tîrorê û ragehand: Bûyer ên evê dawîyê yên Turkîya, Biroksil û Bexdayê nîşan dide ku em hemû di yek çeper de ne li şerrê dijî tîrorê.

Ev li piştî ewê yekê dihê ku duhî mêdya yên Emerîkayê belavkirine, Barak Obama, serokê Emerîkayê red kirîye evê heftîyê li Waşintinê kombûn a dû alî li gel serok ê Turkîyayê encamp bide.

Demeke peywendî yên Emerîka û Turkîyayê sari kevtîye di nav de piştî ku Yekêtî ya Ewrûpa û Emerîkayê nîgeranî yên xwe li ser azadî yên raderbirrîn û rojanmevanîyê li Turkîyayê ragehandin.