Ew kesê firoke ya Misrî revandî hat girtin.

K24- Hewlêr:

Wezaret a derve ya Qubirisê ragehand ku ew kesê firoke ya Misrî revandî ji alîyê polîs ên Qubirsê ve hat girtin û hemû swar ên firokeyê  di selametin.

Herweha wezîrê firokevanî ya Misrê ragehan: Em bi dûr diznîn ku revandin a firokeyê karekê tîroristî be, çunku ew kesê firoke revandî çekdar nebûye.

Jêderên nûçeyan dibêjin: Ew kesê firoke revandî nave wî Seyfedîn Mistefa ye, xelkê Misrê ye.

Wezaret a Firokevanî ya Misrê, evro Sêşembîyê di ragehandinekê de got: Yek ji swar ên firokeyê gef li firokevanê firoke ya revandî (ku  ser  bi company ya Misrê ye bo firokevanîyê) kirine û gotîye, wî piştên a bombrêjkirî pê re ye.

Wezareta Firokevanî Sivîlî ya misrê gotîye jî: Firokevanê firokeyê, Ûmer Elcemel ragehand ku yek ji swar ên firokeyê gef kirine û gotîye piştêneka bombrêjkirî pê re ye û firkevan naçar kirîye li firokexane ya Larinka binîşe.

Polîsên Qubrisê jî ragehand: Demjimêr 5:30 bi dema Girîniç peywenî bi tawer a çavdêrîyê (Firokexane ya Larinka) kirîye û demjimêr 5:50 rê hat dan bi firokeyê ku binîşe.