Amerîka:Em nikarin hemahingiya leşkerî ligel Rûsyayê bikin

Kook di dawîya daxuyaniya xwe de tekez kir ku, ewê liser şerê li dijî DAIŞê berdewam bin lê nikarin hemahingiyê li gel Rûsyayê bikin

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehand ku, welatê ne amade ye hemahinyeke leşkerî li Sûriyê ligel Rûsyayê bike.

Derbarê wê hemahingiyê  Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê(Pentagon)Peter Kook daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Tevî ku Rûsya roleke sereke û giring di berdewamiya agirbesta li Sûriyê de kirye, lê em ne amadene hemahingiya leşkerî li Sûriyê ligel Rûsyayê bikin."

Kook amaje bi wê yekê jî kir ku, Amerîka pêşwaziyê li gavên Rûsyayê di şerê li dijî terorê dike, da zanîn ku, ew ji nêzîkve rewşê dişopînin û dixwazin guhertin ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve were kirin, herwiha hêvîkir ku Rûsya desthilata xwe ji vî alî ve bikarbîne.

Kook di dawîya daxuyaniya xwe de tekez kir ku, ewê liser şerê li dijî DAIŞê berdewam bin lê nikarin hemahingiyê li gel Rûsyayê bikin.