kurê Qazî Mihemed serdana penabrên Rojava kir

Di derbasbûna 69 saliya şehîbûna peşewa Qadî Mihemed, penaberên Rojavayê Kurdistanê soza yekrêziya Kurdan dane kurê wî Elî Qazî Mihmed.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fcce50d1-f32a-4317-800b-9e1f7c76d05c/Eli%20qadi%20mihemed%20Kewrgosk.ism/manifest

 

K24-Hewlêr

Bi pêşwazyeke gerim penaberên Rojavayê kurdistnê  yên li kempa kewrgoskê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dimînin, pêşwazya kurê Qadî Mihemed Elî mihemed û şanda ligel kirin.

Elî Qazî Mihemed di seredana xwe de, Êş û azarên penaberan anî ziman, herwiha di gotarekî de behsa xebata Pêşewa Qadî miheme û Mela Mustefayê Barzanî kir, di dawî ya gotina xwe de amaje bi wê yekê kir, ku kurdin hemû yekin û welatê wan jî yeke

Ji aliyê xwe ve penaberekî Rojavayê Kurdistanê Neqşeyke kurdistana mezin diyarî Elî Mihemed Kir.

Penaberên Rojavayê Kurdistanê di seredana kurê Qadî de şanoyekli ser Şehîd kirina Qadî Mehemd  Nemayiş kirin, herwiha  hin helbest jî xwendin û Hezikrina xwe ya nîştîmanî derbirîn.

Herwiha  Cîgirê Serokê partiya Azadiya Kurdistnê HusênYezdanpena di gotarekî de,  xebata hêzên Kurdî anî ziman, da zanîn ku,  pêwiste Pêşmergeyên Rojavayê kurdistnaê jî vegerin daku berevaniya xaka xwe bikin.

Di derbasbûna 69 saliya şehîbûna peşewa Qadî Mihemed, penaberên Rojavayê Kurdistanê soza yekrêziya Kurdan dane kurê wî Elî Qazî Mihmed.