Perleman a Ewrûpayê daxwaz dike vîze bihê dan bi penaxwazan.
Perleman a Yêkêtî ya Ewrûpayê ragehand, daku xelik naçar nebe jîyan a xwe bixe di metirsîyê de divê vîza ya mirovî bihê dan bi wan kesên ku divên penaxwaz bin.
K24- Hewlêr:
Perleman a Yêkêtî ya Ewrûpayê ragehand, daku xelik naçar nebe jîyan a xwe bixe di metirsîyê de divê vîza ya mirovî bihê dan bi wan kesên ku divên penaxwaz bin.
Di ragehandinekê de Perleman a Yekêtî ya Ewrûpayê belavkirîye : Daku xelik naçar nebe bi rê ya koç a nayasayî jîyan a xwe bixin di metirsîyê de, dive balyûzxane û kunsilxane, vîza yên mirovî bidin ewan kesên daxwaz maf ê penaberînîyê dikin ji welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê.
Ew ragehandi li ser malper a fermî ya Perleman a Ewrûpayê hatîye belavkirin. Ewê pirojeyê vexwîndin a yê bo hatîye kirin û 46 kesan dengê (erê) pê re dane û li benranber 4 dengên (nexêr) û 7 endam perlemanan jê deng nedane.
Li gor piojeyê, pêdivîye sinûr ê cugrafî bo helgir ên evê vîzayê bihî dîyarîkirin û neh mehan berî seferê daxwaz a vîzeyê bikin.
Ev li demekê ye di dû sal ên bûrî de hijmarek amezin ji hevwelatî yên Rojhilat a Navîn, nemaze jî Îraq û Sûrya bi eger a tengije ya sîyasî û abûrî ber bi welat ê Ewrûpayê çûne û hijmarek a mezin jî di rê de bi eger a hilbijartin a rê yên nayasayî canê xwe ji dest dane.