Penaberên Rojava ji lehîyê ditirsin
kempa Kewrgoskê, di sala 2013an de bo penaberên Rojavayê kurdistnaê hatiye damezrandin, penaberên wê kampê j' gazina ji aliyên pêwendîdar dikin ku, rewşa wan di hemû werzên salê de xirab e.
K24-Hewlêr
Di bin Eewrên reş û baranbarîneke bihêz de, careke din penaber di tirsa hatina lehiyê û firîna çadirên xwe de dijîn.
Penaberên Rojavayê kurdistnaê yên li ku, li kempa Kewrgoskê ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve dimînin, bi baranbarîna bihêz bêzar û şeperze dibin, konên wan di bin ava baranê de dimînin.
Hin malbat diçin cem cîranê xwe, hin jî yan li kolanan dimînin, li gore ku, ew dibêjin hemû rêxistinên berpirs di derheqê wan de xemsarin.
Di kampa Kewrgoskê 2200 malbat dijîn, ji wan malbatan tenê 500 malbat bingehên konên wan ji baranê parastîne, yên din jî wate1700 malbat di tirsa xwe de dijîn ku lehî were û konên wan li ber xwe bibe.
kempa Kewrgoskê, di sala 2013an de bo penaberên Rojavayê kurdistnaê hatiye damezrandin, penaberên wê kampê j' gazina ji aliyên pêwendîdar dikin ku, rewşa wan di hemû werzên salê de xirab e.