Talîbanê berpirsînî ya xwe ragehand ji êxistin a firoke ya F16
Duhî Sêşembîyê firokeyek a Emerîkayî ji cor ê F16 di dem a firrînê de li bingeh a Bgram li Efxanistanê têkşika, Bizav a Talîban jî evro Çarşembîyê ragehand ku çekdar ên wê ev firoke êxistîye.
K24- Hewlêr:
Duhî Sêşembîyê firokeyek a Emerîkayî ji cor ê F16 di dem a firrînê de li bingeh a Bgram li Efxanistanê têkşika, Bizav a Talîban jî evro Çarşembîyê ragehand ku çekdar ên wê ev firoke êxistîye.
Wezaret a Berevanî ya Emerîkayê (Pintagon), ragehand: Firokeyek ji karwan a 445 a çavdêrîyê têk şikest û firokevanê wê şîya xwe derbaz bike, lê ajans a Firans Pirês ji zar ê Bizav a Talîban veguhaztîye, ku ewê bizavê red kirîye ew firokevan ji têkşikestin a firokeyê rizgar nebûye û tekez kirk u di nav firokeyê de hatîye kujtin.
Ji alîyê xwe ve gotebêjê Wezret a Bervanî ya Emerîkayê, Pîter Kuk ragehand: hêz ên Hevpeymanan cihê têkşikestin a firokeyê di parêzin. Tekez jî kirk u vekolîn dê ji eger a bûyerê dihê kirin û amaje jî kir ku çi amajeyek nîne li ser ewê yekê ku ev firoke ji alîyê ndijiminan ve hatibe êxistin.
Gotebêjê wezaret a Berevanî ya Emerîkayê got jî: Firokevanê firokeyê xwe derbaz kirîye û hêz ên Hevpeymanan vegerandin û niha ji alîyê tîmek a pizîşkî ve ji rewş a saxlemî yaw î dihê vekolîn.