Serkirdeyê DAIŞê Ebo Hîca El-Tûnisî hate kuştin

Berî niha jî, li bajarê Şedadê ser bi Parêzgeha Hesekê ve, Serkirdeyê DAIŞê Ebo Omer El-Çîçanî, di encama operasyonekî Hevpeymaniya Navdewletî de hatibû guştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê DAIŞê û Şanderê Ebo Bekir El-Bexdadî bo derdora bajarê Helebê Ebo El-Hîca El-Tûnisî di encama êrîşrka firokeyekî bê firokevan ya Hevpeymaniya Navdewletî  de li derdora bajarê Reqayê hate kuştin.

Derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir  ku, şeva borî firokeyek bê firokevan a Hevpeymaniya Navdewletî  otombîla serkirdeyê DAIŞê Ebo El-Hîca El-Tûnsî û şanderê Ebo Bekir El-Bexdadî kire arman, di encamde ew serkirde ligel kesekî din hate kuştin.

Rewangehê da zanîn ku peçelaşên wî serkirdeyî û wî kesê ligel hatin veguhezin bo nexwşxaneya bajarê Reqayê.

Berî niha jî, li bajarê Şedadê ser bi Parêzgeha Hesekê ve, Serkirdeyê DAIŞê Ebo Omer El-Çîçanî, di encama operasyonekî Hevpeymaniya Navdewletî de hatibû guştin.