Istiraliya hişdariyê dide welatiyên xwe neçin Tirkiyê
Li gorî medyaya Istiraliya, di teqîna Kizilaya Enqerê de, balyozê Istiralya James Larsen (Ceymîs Larsen) tenê 20 metre ji cihê teqînê dûr bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Istiraliya ji welatiyên xwe xwest bo geştiyarî neçin Tirkiyê û planên ku bo Stenbol û Enqere danîne jî betal bikin.
Wezîra Derve ya Istiralya Julie Bishop (Culya Bîşop) da xuyakirin, bo merasîmên Çanakaleyê yên roja Anzakan tu agahiyek gefxwarinê negihîştiyê wan.
Bishop got, lê gumanên wan derbarê Stenbol û Enqerê de pir zêde bûne û ji ber vê jî welatiyên xwe heşyar kirine.
Li gorî medyaya Istiraliya, di teqîna Kizilaya Enqerê de, balyozê Istiralya James Larsen (Ceymîs Larsen) tenê 20 metre ji cihê teqînê dûr bû.