Li dijî “Şervanên Terorîst ên Biyanî” gaveke radîkal tê avêtin

Piştî teqîna Enqere, Stenbol û herî dawî li Brûkselê, li Tirkiyê amadekariya yaseyekê tê kirin da ku pêşî li rêwîtî û çalakiyên xwekujî yên “Şervanên Terorîst ên Biyanî” bê girtin. Li gorî vê yasayê ew kes dê 24 seatan di bin çavdêriyê de bin.

K24 – Enqere  

Piştî teqîna Enqere, Stenbol û herî dawî li Brûkselê, li Tirkiyê amadekariya yaseyekê tê kirin da ku pêşî li rêwîtî û çalakiyên xwekujî yên “Şervanên Terorîst ên Biyanî” bê girtin. Li gorî vê yasayê ew kes dê 24 seatan di bin çavdêriyê de bin.

Tirkiye piştî teqîna Brûkselê, di warê berbendkirina çalakiyên terorîst de gaveke giring diavêje. Hikumet amadekariya protokoleke paşko dike, da ku bi Peymana Berbendkirina Terorîzmê ya Konseya Ewropayê re bike yek. Li gorî reşnîvîsa vê yaseyê dê di warê berbendkirina şervanên terorîst yên biyanî, alîkariya darayî ya bo rêwîtîya wan hêsankirin û organîzekirina wê de gav bêne avêtin.

Ji wan welatên Ewropayê, yên ku ev protokola paşko qebûl kiriye, yan jî dê bikin, dê bê xwestin ku derbarê vê yaseyê de ew jî heman gavan biavêjin.

Herwiha li gorî naveroka vê yasayê ji bo tazekirina agahiyên derbarê şervanên terorîst yên biyanî de dê di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de ofîsek bê damezrandin û ev ofîs dê wan rûdanan ku bi mijarê re pêwendîdar in 24 saetan bixe bin çavdêriyê.

Zanyara Siyasetê li Zanîngeha Mûşê Fatma Ünsal Bostan ji K24ê re axivî û got: “Gava em dibêjin terorîzma navneteweyî DAIŞ tê bîra me. Tirsa çekdarên wê ya ji mirînê nîn e. Ji lewra ji bo xwe biteqînin ji wê derê vediqetin. Divê bi siyaseteke hevgirtî, kêşe ji bînî de were çareserkirin. Em bûn şahidê wê yekê ku bi teknolojiya vê demê, kesekî ku mirinê bide ber çavên xwe dikare 100-150 kesî bikuje.”

Tirkiye bi pesendkirina reşnivîsa Protokola Paşko ya Berbendkirina Terorîzmê ya Konseya Ewrûpayê, dê gaveke radîkal biavêje, ku ev protokol li Komîsyona Karên Derve ya parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin û biryar e bibe qanûn. Yekîtiya Ewrûpayê jî bo Peymana Berbendkirina Terorê dest bi amadekirina protokola paşko kir li gorî wê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser şervanên terorîst yên biyanî.

Endamê Encûmena CHPê Yildirim Kaya di vê derbarê de dibêje: "Ew şervanên ku bi destê wan hatine xwedîkirin ku afirandina wan bi destê wan bû, niha ji bo wan bûne xeter. Şerwanên biyanî, li ber çavan bo Tirkiyê hatine anîn, hatine xwedîkirin. Him di warê çekan de, him jî di warê aborî de, piştevaniya wan hatiye kirin. Wan şervanên çekdar yên terorîst daxuyanî dan û gotin; " Ew pereyên bi destê weqfan hatin berhevkirin çibûn? Ji bo me nehatin." AKP li hemberî Ewropayê jî gavên tektikî diavêje. Divê ev yase were derketin, naxwe rojên dijwar li pêşiya Tirkiyê ne."

Di heman demê de hikûmet bi vê gavê dixwaze pêşî li wan xebatên PKK û PYDê bigire ku li Ewropyayê dimeşînin. Loma jî bi riya vê belgeya navneteweyî dê bikaribe zorê li welatên Ewropayê bike.