Li ser jin ên Êzdî daxwazek li Birîtanyayê dihê kirin.

Daxwaz ji Birîtanya dihê kirin, maf ê penaberînîyê bide jin ên Kurd ên Êzdî ku ji dast Daişê rizgarbûne û harîkarî bihên kirin.

K24- Hewlêr:

Daxwaz ji Birîtanya dihê kirin, maf ê penaberînîyê bide jin ên Kurd ên Êzdî ku ji dast Daişê rizgarbûne û harîkarî bihên kirin.

Li gor raportek a rojname ya Gardîyan a Birîtanyayî, berevan û çalakvan ên bwar ê maf ên afretan li Birîtanya daxwaz ji hikumet a welat ên xwe kirin ku nêzîkî 100 afret ên Êzdî ku niha ji dest çekdar ên Daişê hatine rizgarkirin, bi wergire û maf ên penaberînîyê bide wan û ji alî yê derûn(revan) ve harîkarî bihên kirin.

Caklîn Ayzak, ku yeke ji çalakvan ên Birîtanyayê, ev daxwazî pêşkeş bi hikumet a xwe kirîye û ragehand,  herçende bi sedan afret ên Kurd ên Êzdî ji alî yê Herêm a Kurdistanê ve hatine rizgarkirin, lê ewan aferatn pêdivî bi çavdêrî ya hûr heye nemaze  ji alî yê revanî ve.

Li gor nûtirîn raport  a rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî li ser hijmar a ew afret ên li jêpr dest ên Daûşê mane, ewê rêkxistîyê xuya kir ku hêj 3500 aferet ên Kurd ên Êzdî li jêr Dest ên Daişê mane.