Nêzîkî 4000 hevwelatî yên Ewrûpayê di rêz ên Daişê de ne.

Raportek a nêvdewletî aşker a dike, nêzîkî 4000 hilgirtî yên pasport ên Ewrûpayê li Îraq û Suryayê li rêz a çekdar ên Daişê de ne.

K24- Hewlêr:

Raportek a nêvdewletî aşker a dike, nêzîkî 4000 hilgirtî yên pasport  ên Ewrûpayê li Îraq û Suryayê li rêz a çekdar ên Daişê de ne.

Li gor raportek a Seneter a Dijetîror a Nêvdewletî li bajar ê Lahay ya Holenda, nêzîkî 4000 hezar hevwelatî yê Ewrûpayê li rêz a Daişê şerr dikin û piranî ya wan jî xelk ên çar welat ên Ewrûpayî ne.

Wê raportê xuya kirîye: Ew hevwelatî yê Ewrûpayî ku di rêz a Daişê de ne, piranî ya wan xelk ê Elmanîya, Birîtanya, Belcîka û Firansayê ne, ji bilî evan welatan, hewelatî yên 26 welat ên din yên Ewrûpayî li gel rêkxistî ya Daişê li Îraq û Suryayê şerr dikin.

Di pişkek a dî ya raportê de, amaje bo wê yekê hatîye kirin: Nêzîkî 3% ji çekdar ên Ewrûpayî li rêz a Daişê hatine kuştin û 14% jî bo Ewrûpayê vegerîyane.

Aşkerakirin a hijmar a hevwelatî yên Ewrûpayî di rêz a Daişê de, di demekê de ye, ku di van dawîyan de çekdar ên Daişê bi rê ya teqandin ên xwekujî çend bajar ên welat ên Ewrûpayê kirine armanc, bi tayebtî zincîre teqîn ên li Belcîkayê û Firansayê hatin encamdan û zîyanek a mezin a canî pêkevevt.