Elewiyên Sûriyê xwe ji Esed berî kirin
Belgenameya Serkirdeyên Elewiya amaje bi wê yekê kir ku, nabe tawanên rejîma Sûriyê bikevin stûyê Elewiyan de, da zanîn ku, berî rejîma Sûriyê Elewî li wî welatî hebûn û dê piştî Esed jî bimînin
K24-Navenda Nûçeyan
Serkirdeyên taîfeya Elewiyan li Sûriyê, belgenameyek belav kirin, tê de xwe ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed berî kirin û dibêjin Elewî ne Şîene.
Li gor belgenameya Serkirdeyên Elewiyên Sûriyê de hatîye nivîsandin ku, ew baweriyê bi piransîbên wekhevî, azadî û welatîbûnê dikin, herwiha daxwaza sîstemeke elmanî bo paşeroja Sûriyê ku, tê de Islamî, xirstyan û hemû ol weke hev bijîn, herwiha tekezî li ser şerê li dijî milmilaneya taîfî kirin.
Derbarê vê mijarê de, yek ji wan kesên ku, li ser belgenameyê îmze kirî bê ku navê xwe aşkere bike, ji BBCî re da zanîn ku, armanca wan ji vê belgenameyê biratiya Islamî bidin naskirin û nasnameya Taîfa Elewiyan were destnîşankirin, ji ber ku, di nerîna wan de gelek Elewî li ser nasnameya xwe têne kuştin.
Belgenameya Serkirdeyên Elewiya amaje bi wê yekê kir ku, nabe tawanên rejîma Sûriyê bikevin stûyê Elewiyan de, da zanîn ku, berî rejîma Sûriyê Elewî li wî welatî hebûn û dê piştî Esed jî bimînin.
Çavdêrên siyasî jî ev belgenameya Serkirdeyên Elewiya bigiring binav dikin, ji ber ku, ev belge ji wan Elwiyên ku niha li Sûriyê dijîn derketî ye.