Çûn a penaxwazan bo Elamanîyayê kêm bûye.

Hikumet aElmanyayê ragehand, hijmar a penaxwazan bo welat ên wan heft beranberî caran kêm bûne.

K24- Hewlêr:

Hikumet aElmanyayê ragehand, hijmar a penaxwazan bo welat ên wan heft beranberî caran kêm bûne.

Gotbêj ê wezaret ahindûrî ya Elamnîyayê di axivtinekê de xuya kir: Hijmar a wan penaxwaz ên ji sinûr ê Nemsayê ve dihatin Elmanîyayê bi rêje ya heft beranberî caran li gel meh a Subat a bûrî kêm bûne.

Di meh a Adarê de tenê pênc hezar penaxwaz ji sinûr ê Nemsayê çûne Elmanyayê, ev jî piştî tundkirin a rêkar ên asayîşî li sinûr ên welat ên Belqanê.

 Di meh a Subatê de zêdetir ji 38 hezar penaxwaz ji sinûr ê Nemsayê çûne di nav Elmanîyayê de, di meh a Adarê tenê 5 hezar penaxwaz şîyane sinûr ê Elmanyayê bibirrin û ber bi Elamanîyayê biçin.

Li sal a bûrî yek milyon penaxwaz ber bi Elmanyayê çûne, bi vê yekê jî , Elmanya welat ê Ewrûpayê ye ku piranî ya penaxwazan di dû sal ên bûrî de ber bi wir çûne.