Subehî.. Yunan yekem karwan a koçberan divegerîne.

Biryare Yunan sube Dûşembîyê dest bike bi vegerandin a 750 koîberan bo Turkîyayê, li gor ewê rêjevtin a ku Turkîyayê li gel Yekêtî ya Ewrûpayê di meh a bûrî wajû kir bi merem a rêgirtinê li ser çûn a koçeberan ber bi welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê.

K24- Hewlêr:

Biryare Yunan sube Dûşembîyê dest bike bi vegerandin a 750 koîberan bo Turkîyayê, li gor ewê rêjevtin a ku Turkîyayê li gel Yekêtî ya Ewrûpayê di meh a bûrî wajû kir bi merem a rêgirtinê li ser çûn a koçeberan ber bi welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê.

Ev di demekê de ye Enqere mijulî amadekirn a dû kempane bo tomarkirin a wan koçberan ku ji girav ên Yunanê  dihên vegerandin bo Turkyayê û çaverê dihê kirin pirose ya vegerndin a koçberan ji girav a Lîsbos a Yunanê bo bender a Dîkîl a Turkîyaê dest pê bike.

Gotebêj ê yeke ya rêkxistin a koçberan li Yunanê, Yorgos Kîrtsîs ragehand: Amadekarî wa dihê kirin  û got: Ajans a Firontks ya Ewrûpayê dû gemî yên Turkîyayê bi kirê girtine û bo encamdan a piroseyê hêz ên asayîşî li gel karwan a koçberan diçin.

Hevdem komisyûn a nêv dewletî ya penaberan û çend rêkxistîyek ên ne hikumî nîgeranin ji wê yekê ku kemp ên tomarkirin a koçberan li Yunanê bibin navend ên desteserkirin a ewan koçberan ku jîyan xwe dixin metirsîyê de bo gehiştin a Ewrûpayê di dawîyê de jî bo Turkîyayê divegerîçnin.

Ji alîyê xe ve jêderekê ji hikumet a Yunanê ragehand ku nêzîkî 400 polîs ên ser bi ajans a Firontiks, di dawî ya evê heftîyê dê bigehin Yunanê bo pişikdarîkirinê di piroseyê de.

Ev pêşhat di demekê de ye ku biryare sube Turkîya dest bi hinartin a komekê ji koçberên dîyarîkirî bike bo Ewrûpayê.

Li gor rêkevtina di navber a Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpayê de, pêdivîye hemû ew koçber ku ji 20/3/2016 bi şêweyek nayasayî digehin Yunanê, bo Turkîyayê bihên vegerandin. Hevdem li gor rêkevtinannameyê li beranber her koçberekê ji Yunanê bo Turkîyayê, koçberekê Surayayê dihê şandin bo welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê bi mercekê hijmar a teva ya Koçberan ji 72 hezaran nebûre.