Supayê Emerîkayê: Me berpirs ê hêriş a Mexmûrê kuşt.
K24- Hewlêr:
Supayê Emerîkayê ragehand, berpirs ê hêriş a ser bingeh ên me yên serbazî bakûr a Îraqê(Mexmûrê) kuşt. Hevdem wezaret aderve ya Turkyayê ragehand ku firoke yên hevpeymanan avahî ya kunsilxane ya Turkîyayê li bajar ê Mûsilê kavil kir.
Supayê Emerîkayê raheand jî: Çekdarek ê Daişê ku nav ê wî Casim Xedîce ye hat kuştin di hêrişek a asmanî de ku firkeyek a bê firokevan encam da.
Gotebêjê Hevpeyman ên nêvdewletî li dijî Daişê, kolonîl Stîv Warin ragehand: Casim Xedîce pispor ê Mûşekan bû û ew hêriş a hatîyekirin bo ser bingeh a serbazî ya Emerîkayê wî rêkxistibû.
Ji alîyê xwe ve wezaret a derve ya Turkîyayê di ragehandinekê de aşkera kir ku hevpeyman ên Nêvdewletî bi serkirdatî ya Emerîkayê, berê pirs a Turkîyayê kiribû û rezamendî wergirtibû bo encamdan a wê hêriş a asmanî bo ser avahî ya kunsilxaane ya wan.
Ev di demekê de ye, di meh a bûrî, bi eger a wê hêriş a hatîye kirin bo ser bingeh a serbazî ya Emerîkayê li Mexmûrê, serbazek ê Emerîkayê hat kuştin û yek jî birîndar bû.